Reqa: ta niha 200 jin û keçên kurd hatine rizgarkirin

Reqa: ta niha 200 jin û keçên kurd hatine rizgarkirin

RojavaNews : Piştî destipêkirina êrîşên rêxistina DAIŞê li ser navçeyên kurdan li başûr û rojavayê kurdistanê hejmark keç û ijnên kurd dîl ketin destê çekdarên DAIŞê û ta niha bihtir ji 200 jin û keçên kurd ji bajarê reqayê yê dibin kontirola DAIŞê de hatine rizgarkirin

li gor raporteke kenala "elan" ku toreke çalakvanên kurdên êzîdî bi alîkarya çalakvanan ji nava bajarê reqayê ta niha bihtir ji 200 jin û keçên kurdên îzîdî rizgarkirine

li gor wê raportê ku operasyonên azadkirin û derxistina wan jin û keçên kurd gelekê aloz û metrisîdare di rêya toreke parêzer  û çalakvanên mafê mrovan ku bi nehînî li navçeyên dibin kontrola DAIŞê de kardikin

her wiha li gor wê raportî ku piştî têkişkestinên rêxistina DAIŞê li gelek navçeyan û dorpêça li ser tê kirin êdî ew rêxistin bixwe peywendyê bi malbatên wan jin û keçan re dikin û daxwaza pereyan ji bo serbest berdana wan dikin.