Baregehên DAIŞê li Hesekê têne topbrankirin

Baregehên DAIŞê li Hesekê têne topbrankirin

RojavaNews :Şer di navbera hêzên rejîma Esed û çekdarên ser bi wî ve ji aliyekî û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve li derdora taxa Xiwêran ya Erebnişîn li Hesekê berdewam e.

Ev şer di demekê de hat  ku hêzên rejîma Esed li wê deverê pêş ve diçin, di heman demê de topxaneya rejîmê pêgehên DAIŞê bi tundî topbaran dikir.