RojavaNews :Nivîskar û rojnamevanê navadar ê Ereb Muhemed Hesenên Heykel diyar kir ku Kurd mezintirîn pirsgirêka Iraqê ne û ew rijdin li ser hewldanên xwe yên bidestxistina armancên xwe.
Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Misrî Muhemed Hesenên Heykel, di çavpêkeftinekê de ligel rojnameya Sefîr ê Lubnanî behsa hewldanên damezrandina dewleta Kurd kir.
Heykel diyarkir ku Kurd mezintirîn pirsgirêkin li Iraqê û ew bi rijdin li ser hewldanên xwe yên bidestxistina maf û armancên xwe.
Muhemed Hesenên Heykel got ku li ser rûyê cîhanê binema û bingehek heye bo damezrandina dewleta Kurdistanê û pir sehmete ku pêşiya avabûna dewletek Kurdî bê girtin.
Heykel her wiha daxuyand ku her kesek hewl bide pêşiya avabûna dewleta Kurdan bigre, ew dê demek dirêj bibe amanca Kurdan û wê Kurd li hember wan xwedî helwest bin.
Nivîskarê navdar ê Ereb amaje bi wê yejê jî da ku dewlet mafê herî rewa yê Kurdane û wisa pêşbînî dike ku dewletên Ereb dijitiya wê nekin jî wê Tirkiye û Îran dijitiya vê dewletê bikin.
