Rojava News: Asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarê Amûdê endamê Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê Mihemed Hesen Şiwêş girt.
Duh, roja sêşemê dewriyeke asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê endamê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê Mihemed Hesen Şiwêş li nêzîkî mala wî li bajarê Amûdê girt.
Hat zanîn ku asayişa partiya navborî bi tometeke abûrî girêdayî karê wî girtine.
Mihemed Şiwêş jidayikbûna bajarê Amûdê ye û ew endamê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê ye.
