Li Serêkaniya Rihayê du polîs hatin kuştin

Li Serêkaniya Rihayê du polîs hatin kuştin

Rojava News: Li navçeya Serêkaniyê ya girêdayî bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, 2 polîs di encama êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

 

Îro li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, 2 polîs li malên xwe de kuştî hatin dîtin. rastî êrişa çekdarî hatin.

 

Li gorî agahiyan, her du polîs bi rengekî hatine kuştin û fîşek li pişta serê wan ketiye.  

 

Hat zanîn ku yek ji wan polîsan endamê Yekîneya Terorê û yê din jî endamê Hêza Taybet bûye.

 

Nayê zanîn ew polîs ji aliyê kê ve hatine kuştin