Agahiyan nû li ser tohmetbarê teqîna Sirûcê

Agahiyan nû li ser tohmetbarê teqîna Sirûcê

Rojava News: Tê îdiakirin ku tohmetbarê teqîna bajarê Sirûcê yê Bakurê Kurdistanê, xortekî 20 salî bi navê Şêx Ebdurehman Algoz e. Li gorî ku dayîka wî dibêje, Alagoz û birayê xwe 6 meh berê çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.

 

Li cihê teqîna pêr a Sirûcê, nasnameya xortekî hatibû dîtin. Heta niha bi fermî nehatiye ragihandin lê di medyaya Tirkiyê de behsa wê yekê tê kirin wî xortî xwe teqandiye. Li gorî nûçeyan, navê wî xortî Şêx Ebdurehman Alagoz e û li bajarê Semsûrê ji dayîk bûye.

 

Dayîka wî Semûre Alagoz ji rojnameya Radîkalê re gotiye, her du kurên min 6 meh berê çûbûn derveyî welêt lê Ebdurehman 10 roj berê vegeriyabû Tirkiyê lê me nizanîbû kuderê ye.

 

Tê gotin ku Ebdurehman Alagoz û birayê xwe, beriya ku tevlî DAIŞê bibin, li çayxaneya bi navê “Çayxaneya Îslamê” li bajarê Semsûrê bi hevalên xwe re kom dibûn, lê piştî ku çayxane ji aliyê hikûmetê ve hat girtin, ew çûbûn nav DAIŞê.

 

Ew çayxane, li ser şikayeta malbatên hinek xortên ku tevlî DAIŞê bibûn yan jî tirsa wê hebû tevlî DAIŞê bibin, hatibû girtin.

 

Li gorî Radîkalê, tohmetbarê teqîna Amedê ya roja 5ê Hezîranê, ku endamê Orhan Gonder, ku li Sûriyê di nav refên DAIŞê de şer kiribû, jî gellek caran diçû wê çayxaneyê û bi hevalên xwe re diciviya.

 

Tê gotin ku ew çayxane bibû navendeke DAIŞiyan û li ser dîwarên wê alên reş ên DAIŞê hatibûn hilavêstin.

 

Di teqîna Sirûcê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn.