RojavaNews :Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Mistefa Cuma got ku siyaseta yekalî û partîtî di îdareya Kurdistana Sûriyê de biser nakeve û pêşmerge Rojavayê Kurdistanê wê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin û em bêdeng namînin.
Mistefa Cuma di nedweyeke siyasî de li Nêmsayê lê zêde kirk u siyaseta tekane yak u Tev-Dem û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dimeşîne tu sûde jê nîne, ji ber ku hemû aliyên din yên siyasî piştguh dike.
Cuma diyar kir ku vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo parastina Kurdistana Sûriyê pêwîst e û da zanîn ku ENKSê li ser vegera wan Pêşmergeyan kar dike.
