Li Hesekê DAIŞê çekên jehrî bikar anîne

Li Hesekê DAIŞê çekên jehrî bikar anîne

Rojava News: Şervanên Kurd çarrêya Neşwe ya bajarê Hesekê kontrol kirin, ku cihekî setratejîk e. Herwiha çekdarên DAIŞê li hinek cihan çekên jehrî li dijî hêzên Kurd  bikar anîne.

 

Li gorî nuçeya Rudawê îro berî nêvro, şervanên Kurd li bajarê Hesekê di operasyonekê de, çarrêya Neşwe ya rojavayê bajêr ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û hîn şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de berdewam dike.

 

Ji şevê din de şerekî giran li taxa Neşwe di navbera şervanên kurd û artêşa Sûriyê û alîgirê wê artêşê ji aliyekî ve û çekdarên DAIŞê ji aliyê din ve diqewime.

 

Li gorî zanyariyan şervanên Kurd dora çekdarên DAIŞê girtine û ew di taxê de asê kirine û şer li wê taxê bûye şerê kuçeyan û li hinek cihan jî mal bi mal şer tê kirin lê Hêzên Kurd pêşde diçe.

 

Li gorî hemen nuçê; çekdarên DAIŞê li hinek malan de bombe danîbûn ji ber wê jî hinek şervanên Kurd di encama teqîna wan bombeyan de şehîd bûne.

 

Her wiha hatiye eşkerekirin ku: Teroristên DAİŞê li hinek cihan çekên jehrî li dijî H3ezên Kurd bikar anîne.

 

Hat gotin ku balafirên şer ên Amerîka û hevpeymanên wî welatî alîkariya Hêzên Kurd dikin û li çekdarên DAIŞê didin.