balafirên hevpeymanan li DAIŞê dan

balafirên hevpeymanan li DAIŞê dan

Rojava News :Şeva borî balafirên şer yên hevpeymanan êrîşî DAIŞê li bajarê Şedadê û Hesekê kir.

Çalakvanakî ji bajarê Hesekê ji RojavaNews re got :Şeva borî balafirên şer yên hevpeymanan êrîşî DAIŞê li bajarê Şedadê kir û gelek ziyan gihişte rêxistina navborî

Wî çalakvanî  berdewam kir û got :balafirên şer yên hevpeymanan çend rêbendin DAIŞê li bajarê Hesekê û derdora wê bombebaran kirin

Wî çalakvanî tekez kir ku ew rêbendin hatin bombebaran kirin ewe rêbenda MefraqElhemad, rêbenda Mîtîn û rêbenda Mefraq

Ji aliyekî din ve rawangeha Sûriyê ya mafên mirova ragihand ku şer û pevçûn di navbera rêjîma Esed û alîgêrên wê ji aliykî û DAIŞê ji aliyekî din ve li derdora taxa Xiwêran li başûrê rojihelatê Hesekê derket.

Nalîn Hesen