RojavaNews :Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê Neşet Zaza got şêweyê girtinêya ku PYDê bikar tîne şêweyên Esed derbas kiriye û bi vê yekê ew nikare ENKSê ji rêbaza wê dûr bixe.
Neşet Zaza endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê ji program "ARK" re got:"Girtina ku PartiyaYekîtiya Demoqratîk PYDê pêk tîne xizmeta doza Kurdî nake û ew yek ti carî Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê ji rêbaza wê dûr naxe."
