Rojava News :Xelkê Kobanî hindek dar li kaniya Kurdan çandin.
Jêderkî taybet ji Rojava News re got ku duh roja Çarşemê û ji bo şehîdên teqîna pirsusê, 250 dar li kaniya Kurdan li Kobanî çandin.
Teqînek bihêz roja Dûşemê li Navenda Çand û Huner a Amara li navçeya Pirsusê li Bakûrê Kurdistanê qewimî û li gor agahiyên fermî û piştrastkirî ku di encama wê teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 104 kes jî birîndar bûne.
Nalîn Hesen
