RojavaNews :Li gorî daxuyaniyeke Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê, balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî di nava 24 saetan de 18 operasyonên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê, li Kurdistan, Iraq û Sûriyê pêk anîne.
Li gorî heman daxuyaniya ku roja Pêşncşemê bi dema Amerîkayê hatiye belavkirin, ew 18 êrişên asmanî yên balafirên hevpeymaniyê li dijî çeperê û navendên DAIŞê li eniyên Mexmûr, Şingal, Tilefer, Kobanî, Hesekê, Hebaniye, Hedîse, bajarê Mûsilê û parêzgeha Enbarê pêk hatine.
Di 11 operasyonên asmanî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, otomobîl, navend û embarên çekan ên DAIŞê bûne armanca balafiran.
Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî balafirên hevpeymaniyê 4 caran êrişî navendên DAIŞê li nêzîkî Kobanî kirine, herwiha 3 caran jî li navendên DAIŞê yên li bajarê Hesekê dane.
Operasyonên asmanî yên Amerîka û hevpeymaniyê navdewletî piştî nêzîkbûna çekdarên DAIŞê ji Hewlêrê dest pê kirin
