Li Amedê polîsek hat revandin û Qeymiqamiya Hezoyê hatin bombe kirin

Li Amedê polîsek hat revandin û Qeymiqamiya Hezoyê hatin bombe kirin

Rojava News: Li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê hin kesên rê kontrol dikirin ve polîsek hat revandin.

 

Li gorî agahiyên hatîn bidest xistin, bûyer ser rêya di navbera Amed û Çewlîgê de saet 19:30ê qewimî.

 

Vedat Kaya ku li Rêveberiya Ewlehiya Gungoren a Stenbolê erkdar bû, dema ku li gel jin û zarokên xwe ji Mêrdinê bi otomobila xwe diçe Mûşê ji aliyê hin kesa tê sekinandin.

 

 

Piştî wan kesên nasnameya Kaya kontrol kirin jin û zarokên wî berdan û ew ber bi daristanê ve birin.

 

 

Medayaya Tirkiyeyê ragihand ew polîs ji aliyê PKKê ve hatiye revandin, lê heta niha rêxistinê derbarê vê yekê de ti daxuyanî ne daye.

 

 

Qeymiqamiya Hezoyê hatin bombe kirin

 

 

Ji aliyê din ve jî hat ragihandin ku hin kesên nasnameya wan ne diyar bi bombeyan deng êriş li avahiya Qeymiqamiya Kozluk a Êlihê hat kirin.

 

 

Li gorî agahiyan di encama bûyerê de polîsek û nobedarek birîndar bûn.