li Hesekê çend otombîlên DAIŞê hatin têkbirin

li Hesekê çend otombîlên DAIŞê hatin têkbirin

RojavaNews : Li bajarê Hesekê çekdarên DAIŞê ji taxên bajêr derketin.

Ji duh ve YPGê baskê  leşkerî yê PYD ê li eniya rojavayê bajar oprasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê pêktîne û li taxa Neşwe ya rojava 5 navend ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Li aliyekî din ve hêzên artêşa Esed û alîgirên wê karîbûn piştî şerekî bi çekên giran çend navendên DAIŞê di navbera herdu taxên Neşwe ya rojava û rojhilat de ji dest çekdarên DAIŞê derxînin, wek Meydana Serbazî û Goristana Xiwêran.

Her wiha balafirên Hevpeymanan hejmarek otombîlên leşkerî yên DAIŞê têk birin.