Li ser sînorê Grê Spî leşkerên Tirk ciwanê ereb gulebarankirin

Li ser sînorê Grê Spî leşkerên Tirk ciwanê ereb gulebarankirin

Rojava News: Ciwanê ereb ê bi navê Casim Cemal Şêx ê dema vê sibê dixwest derbas sînorê Bakûrê Kurdistanê bike hate gulabarankirin û jiyanaxwe ji dest da.

 

Ciwanên ereb ê bi navê Casim Cemal Şêx û zarokê bi navê Wail Ehmed Xeleef vê sibehê saet di 05.00’an de dema li herêma Girê Spî dixwest sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bike ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin.

 

Di encama gulebaranê de Casim Cemal Şêx jiyana xwe ji dest û Wail Xelef ji lingê xwe birîndar bû.

 

Zarokê bi navê Wail Xelef jî rakirin nexweşxaneyê.