Rojava News: Li bajarê Hesekê, ji ber şert û mercên jiyan û ewlehiyê, motorsîklêtan cihê taksiyan girtiye lê jin ji zêdebûna motoran ditirsin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa şer û jiyanê, çavkaniyên jiyanê û warên karkirinê jî tên guhertin.
Li bajarê Hesekê, ku beşek jê di nav şer de ye, welatî ji bo veguhestina û hatin-çûnê mîna berê taksiyan bikar nahînin, li şûna taksiyan motorsîkêt rêyan dibin û tînin.
Yên ku bi motorsîkêtan diçin û tên, dibêjin, motorsîkêt beriya her tiştî erzan e lewma em motorsîklêtê tercî dikin…
Lê jin û keçên bajêr ji zêdebûna motorsîklêtan ditirsin û dibêjin, gellek caran rastî êrişa motorsîklêtan tên û çante û eşyayên wan tên dizîn…
