Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava ketin bin kontrola hêzên Kurd

Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava ketin bin kontrola hêzên Kurd

 

Rojava News: Hêzên Kurdî taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava yên bajarê Hesekê ji destê DAIŞê derxistine.

 

Li gor zanyariyên hatine wergirtin;  şervanên Kurda bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman taxa Neşwa Rojava ya Hesekê, ku taxa ereban bû, ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û dest danîn ser gellek çek û cebilxaneya DAIŞê.

 

Herweha taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê jî ji destê DAIŞê hatiye derxistin û tîmên pûçkirina bombeyan dest bi pûçkirina mîn û bombeyên DAIŞê kirine.

 

Taxên Neşwa Rojhilat û Neşwa Rojava yên Hesekê, taxên erebên bajêr in ku dikevin başûrê Hesekê.