RojavaNews :Li bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Ebdilhekîm Revê bo tometa "avakirina hêzên çekdar" ji aliyê asayişa PYDê ve hate girtin.
Yek ji merivên Ebdilhekîm Revê ji malpera Pdks"re got:" Ebdilhekîm Revê kesayetiyeke serbixwe ya navdarbû li bajarê Hesekê û berya niha bi sedan xort û keç fêrî zimanê Kurdî kirine, divê PYDê û asayişa wê dev ji van karan berde û hemû girtiyên nerûnê berde.
Tê zanîn ku ev demeke ku asyişa Partiya Yekîtiya Demoqtaîk PYDê dest bi helmeteke girtinê kiriye û Kesê ku tê girtin bi tometa "avakirina hêzeke çekdar li dijî wan" tawanbar dike.
