Li Hesekê şer derket

Li Hesekê şer derket

RojavaNews :Şerekî giran di navbere hêzên bi ser rêjîma Esed û alîgêrên wê ji aliyekî û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve li Hesekê derket.

Jêderkî taybet ji RojavaNews re got ku îro danê sibahê şerekî giran di navbere hêzên bi ser rêjîma Esed û alîgêrên wê ji aliyekî û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve li taxa Zihor li bajarê Hesekê derket.

Li gorî wî jêderî ta niha ew şer berdewame û di heman demê de topxaniya rêjîmê bargehên DAIŞ li wê taxê topbaran dike.

Nalîn Hesen