Norî Birîmo: Barzanî gemya kurda ber bi aramiyê dibe da ku Kurdistana serbixwe were ragihandin

Norî Birîmo: Barzanî gemya kurda ber bi aramiyê dibe da ku Kurdistana serbixwe were ragihandin

RojavaNews :Derbarî daxuyaniya ku ji aliyê pdk hatbû belav kirin ku tê de PDKê daxwaz dike, Mesûd Barzanî heta dawiya xûla 4ê ya Parlamentoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne , Norî birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S wisa got: "ev daxwaz divê  qonaxa hestiyar ku Kurdistan tê de derbas dibe mafek û erkeke"

Birîmo berdewam kir ku pêwîstiya kurdistanê bi kesatiya serok Mesûd Barzanî heye, çimkî Barzanî diplomasiyek dirust û serkeftî di warê pêwendiyên navdewlatî dimeşîne.

Navborî wisa gotinê xwe bi dawî kir "Barzanî gemya kurda ber bi aramiyê dibe da ku kurd ji vê derfeta zirîn sûdê wergirin, û Dewleta Kurdistanê ya serbixwe ragihînin"

Tê zanîn ku Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja duh 28-7-2015 li Hewlêrê civiya û piştre daxuyaniyek derbarê proseya siyasî û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de belav kir, ku tê de PDKê daxwaz dike, Mesûd Barzanî heta dawiya xûla 4ê ya Parlamentoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

Nalîn Hesen