RojavaNews :serokatiya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê di berdewamiya seredanên xwe ji bo Encumenên xwecihî yên Encumenê, duh seredana xwecihiya bajarê serê kaniyê kir û li gel wê xwecihiyê jî civîn pêk anî.
Hemîd Xelîl serokê xwecihiya serê kaniyê ya Encumena Niştîmanya Kurd Li Sûriyê ji ARKê re ragihand ku şandeke serokatiya ENKSê bi serokatiya Ebrahîm Biro seredana xwecihiya wan kir û bi xwecihiya wan re jî civîn pêk anî û li ser ektîvkirina xwecihiyan û şêweya pêşxistina wan gengeşek kirin.
Navborî diyar kir ku her wiha behsa pêwendiyên ENKSê û TEVDEMê û lixwe girtina pêşmergeyên rojavayê kurdistanê û şêweyên vegerandina wan ji bo rojavayê kurdistanê kirin.
