Mihemed Salih Cuma :derbasbûna Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê girêdayî biryara dewletên mezin

Mihemed Salih Cuma :derbasbûna Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê girêdayî biryara dewletên mezin

RojavaNews : Siyasetmedarê Kurd Mihemed Salih Cuma ji RojavaNews re ragihand :” Li gor bîr û baweriya min, derbasbûna Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê girêdayî biryara dewletên mezin mîna Amerîka û Tirkiyê ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye.”

Mihemed Salih derbarê şerê ku niha di navbera  Hêzên Artêşa Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê tekez kir ku :"Şer û pevçûnên di navbera PKKê û Dewleta Tirkiyê de, di vê serdema me de tevaya rewenda aşîtiyê di nava her du aliyan de dide bitarûmarkirin. Hîç qezenca ne Kurd û ne jî Tirk di dadana vî şerê malkambax detine ye, lê tenê hovberên Iranî sûdê ji vê yekê dibînin."

Li ser derketina vî şerî "Cuma" got:"Her wiha Îranê di riya Pasedarên xwe re li Qendîlê lezkir di vêxistina vî şerî de  û dixwze ku bêhtie ev şer kûr bibe.Ku di heman demê de "Recep Tayyip Erdoğan" dixwest ku ev yek bibe PKKê têkeve nava şerekî giran de, lê niha PKKê di nava astengiyeke mezin de ye ku tu carî tûşî wiha astengî nebûye."

HassanMansour