Efrîn: Rojane bi sedan kes ji mal û warê xwe bar dikin

Efrîn: Rojane bi sedan kes ji mal û warê xwe bar dikin

Rojava News: Rojane bi sedan kes ji herêma Efrînê koçber dibin û berê xwe didin Bakurê Kurdistanê.  Ew dibêjin, em ji bona dabînkirina pariyek nan ji vir diçin.

 

Şer û kirîza Sûriyê bûye sedema wê ku êdî jiyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zehmet bibe ji ber wê jî heta niha bi milyonan kes ji Sûriyê koçber bûne û dest ji mal û warê xwe berdane.

 

Li herêma Efrînê jî rojane bi sedan kes ji ber zehmetiya mercên jiyanê û nebûna derfeta kar, neçar dimînin ji mal û warê xwe bar bikin û berê xwe bidin xurbetê.

 

Rojane bi sedan kes ji herêma Efrînê li ser sînorê gundê Elî Kerra yê Efrînê kom dibin û li benda firsendekê ne derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

 

Ew gellekî dimînin û bêzar dibin, berêvarê kom bi kom berê xwe didin sînor…

 

Di nav wan de erebên Sûriyê yên ku ji deverên cuda hatine jî hene.

 

Ew dibêjin, tiştekî me nemaye ma emê li vir çi bikin, em ji bona dabînkirina pariyeke nan ji vir bar dikin…