Rojava News: Di helmetk nehênî de Asayişa Herêma Kurdsitanê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de Mele Şiwan li gel hejmarek din ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Kuştina çekdarê tundirew bi regez Kurd “Mele Şiwan” ku yek ji çekdarên DAIŞê ye ji aliyê malperek nêzîkî DAIŞê ve hate piştrastkirin.
Piştî ku şeva derbasbûyî BasNews wek yekemîn dezgeha ragihandina Kurdî kuştina “Mele Şiwan” û hejmarek din ji çekdarên DAIŞê di helmetek pilankirî de li derdora bajarokê Hewîca ragihandibû, Îro 29 Temûzê malperek nêzîkî çekdarên DAIŞê kuştina Mele Şiwan piştraskir û eşkerekir ku ew ji aliyê firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kuştin.
