Rojava News: Piştî ku di navbera PKKê û Dewleta Tirkiyeyê de dîsa şer û pevçûnan destpêkirin pêvajoya aştî û çareseriyê hat sekinandin. Partî û firaksiyonên Bakûrê Kurdistanê amaje dikin ku pêwîst e demildest çek werin rakirin û vegera li pêvajoyê dest pê bike.
Partî û firaksiyonên Bakûrê Kurdistanê bangeke lezgîn li PKKê û Dewleta Tirkiyê dikin ku şer û pevçûn werin sekinandin û zemîna diyalogê were avakirin. Siyasetmedar amaje dikin ku eger ji nirxên kurdan re rêz were girtin ew jî dê nava xebatên çareseriyê de cih bigirin.
Rêveberên firaksiyonên Bakûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dema çek li holê nebin pêkane ku her pirsgirêk were çareserkirin.
Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê dan zanîn ku eger bangek li wan were kirin ku di nava xebatên çareseriyê de cih bigirin, ew amade ne ku vê berpirsiyariyê werbigrin.
Piştî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan amaje kiribû pêvajo ne pêkane ku bi vî rengî bimeşe bi awayeke fermî jî pêvajo hatibû sekinandin.
