RojavaNews :Pirsgirêka boriya petrolê ya navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ku ji aliyê PKKê ve hatibûn teqandin, hat çareserkirin.
Rayedarekê ji Wezereta Çavkaniyê Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ragihand, boriya hinartina petrolê ya ku ji Kerkûkê diçe bendera Ceyhanê ya Tirkiyê, ku jê re dibêjin xeta “Kerkûk-Yûmûrtalik” li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû teqandin, hat tamîrkirin.
Rayedarî da zanîn, petrola Kurdistanê bi 2 boriyên 40 û 46 înç bo Tirkyeyê tê hinardekirin, lê piranî petrol bi boriya 40 înç tê hinardekirin.
Hat gotin ji duhî êvarî ve petrola Kurdistanê bi boriya 46 înç tê hinardekirin.
