Qado Şirîn: kiryarên PYDê dikeve xizmeta rêjîmên dektatorî de

Qado Şirîn: kiryarên PYDê dikeve xizmeta rêjîmên dektatorî de

RojavaNews: Nivîskarekî Kurd girtina rewşenbîr , nivîskar û rojnamevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve şermezar kir û got : Ev kiryar yekrêziya Kurdan wêran dike û dikeve xizmeta kiryarên rêjîmên dektatorî yên ku raya din qebûl nakin .

Nivîskarê Kurd Qado Şirîn ji ARKê re ragihand : “ Armanca PYDê ji girtina çîna rewşenbîr li Rojavayê Kurdistanê ewe ji bo fişarê li ser wan bike û Rojavayê Kurdistanê ji rewşenbîran vala bike “.

Qado Şirîn herweha got : “ Ez matmayî ji vê hêza ku xwe di rojek û şevekî de kir desthilat dibînin , ji ber ku ev hêz ne di riya hilbijartinan ket li ser desthilatê , wate ku ev hêz ne rewaye û biqesid her kesekî dûrî siyaseta wan digre .

Qado Şirîn got : “ Gelo çima me heta niha girtiyekî PYDê di zîndanan de nedîtiye ? “

Qado Şirîn bang li rêxistinên mafê mirovan herweha li Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir ku li ser van kiryarên PYDê raweste ji ber ku valebûna Rojavayê Kurdistanê ji rewşenbîran dihêle Rojavayê Kurdistanê bikeve di metirsiyeke mezin de .

Bahoz Rojavayî