Balafirên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Balafirên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Rojava News: Di encama êrişa balafirên Tirkiyê de 3 welatiyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û herî kêm kesek jî birîndar bû.

 

Balafirên şer tên Tirkiyê ji duh êvarê ve heta nîvê şeva borî li kamp û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dan.

 

Li gor agahiyên ji heremê: balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibê derdora saet 04:00 bi hêceta hebûna kampên PKKê, li gundê Zergelê li bintara çiyayê Qendîlê dan.

 

Hat zanîn;  di encama êrişa balafiran de 3 gundî (2 zilam û jinek) mirin û keçek jî birîndar bû.

 

Li gorî agahiyên wî jêderî, heta niha ti kes bi hawara wan ve neçûye.