Rojava News: Berdevkê Fermîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyand ku bila xelkê Herêma Kurdistanê piştrast be ku ti mertisyek li ser ewlekariya Hewlêrê û herêmê nîne.
Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê dohî bangawaziyek bo hemwelatiyên xwe kiribû û daxwaz kiribû ku bo du rojan neçin şûnên giştî yên Hewlêrê ji ber ku gefa êrîşê heye.
Derbarê vê mirajê de Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku, ji ber vê daxuyaniyê pêwnedî bi Konsolê Amerîka re danîne û daxwaza ronkirina vê daxuyaniyê kirine, Konsolê Amerîka jî gotiye ku eve agahdariyek rûtînî ye.
Li gor malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî ragehand ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dilniya dikin ku ti gefek li ser ewlekariya Hewlêrê nîne, polîs û hêzên ewlekariyê tevahiya ewlekariya Kurdistanê diparêzin.
Dizeyî diyar kir ku agahdariya Konsolê Amerîkî tenê bo hemwelatiyên wan e û karek rûtînî bo du rojan e. Dizeyî got ku Wezîrê Karên Derve li tevahiya cîhanê bo hemû hemwelatiyên xwe ev hişyarî daye.
