Hikûmeta Herêmê teqandina xeta petrola Kurdistanê şermezar kir

Hikûmeta Herêmê teqandina xeta petrola Kurdistanê şermezar kir

Rojava News:  Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi tundî teqandina boriya neftê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê PKK’ê ve şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijê rizqê xelkê Herêma Kurdistanê ye.

 

Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ku di malpera fermî ya hikûmeta herêmê de hatiye weşandin, çalakiya teqandina xeta petrolê ji aliyê PKK’ê ve bi tundî şermezar kir.

 

Di daxuyaniyekê de hate gotin ku, hikûmet xelkê Kurdistanê jiber nehinardina bûtçe ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê û şerê DAIŞ’ê, di nava destengiyek mezin ê darayî de dijî, ev hêla petrolê jî take çavkaniya serke ya mûçe û rizqê xelkê herêma Kurdistanê ye.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ”Ev xet çavkaniya sereke ya xweragiriya gel û hikûmeta herêmê ya li dijî ambargoyan, di heman demê de çavkaniya sereke ya dahata şerê li dijî DAIŞ’ê û çavkaniya hikûmeta herêmê bo alîkariya milyonek 800 hezar penaberî ye.”

 

Di daxuyaniyê de çalakiya ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin bi tundî hate şermezar kirin û ev kar li hember jiyana gelê Kurd weke karek naberpirsiyarî hate nirxandin.

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: ”Ti wateyekê vê êrîşê nîne ji bilî lêdana aboriya herêma Kurdistanê û jiyana xelkê Kurdistanê.” û her wiha ji PKK’ê daxwaz hate kirin ku karên bi vî awayî dubare nebin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku niha hewl didin ku bi rêya xeta SOMO’yê hinardekirina neftê berdewam bikin.

 

Roja 29’ê Tîrmehê gerîlayên PKK’ê li nêzîkê navçeya Silopî ya Şirnexê xeta petrola Kerkûk û Yumurtalikê teqandibû û paşî HPG’ê bi awayek fermî ev çalakî hilgirtibû ser xwe.