Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa balafirên şer li ser sivîlên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li Tirkiye û PKKê kir, şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalogê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Zergelê li bintara çiyayê Qendîlê û şehîdbûn û birîndarbûna gundiyan şermezar kir û ragihand, nabe ev bombebaran dubare bibe û ji bo şehîdkirina sivîlan ti hêcetek nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê hatiye kirin êrişên li ser sivîlan bide sekinandin.
Di beşek din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku divê hêzên PKKê meydana şer ji Herêma Kurdistanê dûr bixin çimkî şer ziyanê dide sivîlên Kurdistanê.
Di dawiyê de bang li Tirkiye û PKKê hatiye kirin, şer bidin sekinandin û vegerin pêvajoya çareseriyê.
Di encama êrişa balafirên şer de, li gundê Zergelê yê Qendîlê herî kêm 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 9 jî birîndar bûn.
