Pêşmergeyan baregehên DAÎŞ’ê topbaran kirin

Pêşmergeyan baregehên DAÎŞ’ê topbaran kirin

Rojava News: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê baregehên rêxirawa teroristên DAÎŞ’ê li bajarokê Telsquf ku dikeve Bakûrê Musilê bi hişkî topbaran kirin.

 

Li gor hatiye ragihandin;  Pêşmergeyan baregehên DAÎŞ’ê yên nêzîkî bajarokê Telsquf topbaran kirine û  balkişand ser wê yekê ku piştî topranê DAÎŞ’ê bi tirimbêlan birîndar û miriyên xwe veguhestine bo bajarokê Tilkîf û Musilê.

 

Hemendemê; firokeyên hevpeymanan jî doh (1.8.2015) li Şengalê baregehên DAÎŞ’ê bombebaran kirine û di encama hêrişên firokeyan de 12 çekdarên  DAÎŞ’ê mirine û her weha di van êrişan de 4 tirimbêlên DAÎŞ’ê bûnê hedefên firokeyan.