Rojava News: Nivîskar û rojnamevan "Mihemed Hacî Kerîm" ragihand ku ew nizane ku PKKê bi çi lojîk û aqilî boriya petrola Herêma Kurdistanê teqandiye.
Mihemed Hacî Kerîm li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser mijara teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve wiha nivîsandiye:" Ez nizanim ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bi çi lojîk û aqilî boriya petrola Herêma Kurdistanê ya li navçeya Şirnexê di nava sînorê Tirkiyê de teqandiye, û ew bi xwe jî dizanin ku Herêma Kurdistanê di rewşeke abûrî ya xerab de derbas dibe, û çavkaniya sereke û tak ya xelkê Herêma Kurdistanê ew neft û petrol e."
Kerîm lêzêde kir û got":Ev kiryara PKKê gelekî min êşand, lê lixwegirtina vê bûyerê ji aliyê baskê leşkerî yê PKKê ve (Hêza Paratsina Gel HPG), min bêhtir xemgîn kir, lê ya ji wiha mezintir û kembaxtir, ew e ku hêzeke Kurdî heye xwe dibîne parastina gelê Kurd dike, û li ser vê bingehê gelê xwe dixapîne. Rawestandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ti wateyeke wê nîne, jibilî lêdana Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, ev yek ne bes şaştiyeke mezin e, bi qasî ku tawanekî gelekî mezin e derheqê gelê Kurdistanê."
Di dawiya nivîsa xwe de, Kerîm got": Pirsyarekê arasteyî wan kesê ku ji wê hêzê re li def û zirnê dixin dikim, gelo hûn çi navî li vî karê PKKê dikin? Ez di wê baweriyê de me ku ew kes di vê dema niha de kêm in, û xwedanên tol û heyfên siyasî ne, herdem rewatiyê didin van kiryarên xerab û li ser deflêdana xwe ya ji bo PKKê berdewamin.
Di roja 29ê Tîrmeha îsal de, boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, nêzîkî navçeya Şirnexê ya Cizîrê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatibû teqandin.
