Mihemed Ismaîl: Em li kêleka rejîma Esed şerê Tirkiyê nakin

Mihemed Ismaîl: Em li kêleka rejîma Esed şerê Tirkiyê nakin

RojavaNews :Sekretêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) Mihemed Ismaîl, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê red kir ku di ti daxuyaniyekê de gotibe ew amade ne li kêleka rejîma Esed li dijî Tirkiyê rawestin.

 

Mihemed Ismaîl ragihand, hin malperan belav kirine ku di daxuyaniyekê de, wî gotiye ku li hember destêwerdana Tirkiyê li Sûriyê ew amade ne li kêleka rejîma Sûriyê rawestin û ev yek ji binî ve red kir.