Hikûmet: di encama teqandina boriya petrolê de nêzîkî 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê

Hikûmet: di encama teqandina boriya petrolê de nêzîkî 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê

RojavaNews :Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve nêzîkî 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa êriş û gefên li ser boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û ragihand, ji roja 27ê Tîrmeha îsal ve heta niha gellek caran hewlên dizîn û teqandina boriya han hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herî dawî di encama teqandina boriyê de hinartina petrolê bi temamî hatiye sekinandin û nêzîkî 250 milyon dolar ziyan gihîştiye Kurdistanê ku dike mûçeyê mehekê yê hêzên Asayiş, Polîs û Pêşmerge.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî, ji ber teqandina boriyê ziyanek pir kêm li Tirkiyê dikeve lê %99ê wê ziyanê li Kurdistanê dikeve.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye gef û êrişên li ser boriya petrolê ya Kurdistanê were sekinandin çimkî ew borî, rêya dabînkirina nanê gelê Kurdistanê ye.

Roja 29ê Tîrmeha îsal, li nêzîkî bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê boriya petrolê ya Herêma Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû teqandin.