Rojava News: Ji ber ku nexşeya Sûriyê di navbera hikûmet û komên cuda de berçe bûye û gellek dever ji hev qut bûne, êdî li her deverekê sazî û dezgehên cuda, yên ser bi dijbereyê ve tên damezrandin.
Li taxa Selahedîn, li bajarê Helebê, daîreya nifûsê ya ser bi dijbereyê ve hatiye vekirin û nişteciyên wê taxê belgeyên xwe ji wê daîreyê werdigrin.
Li daîreya nifûsê belgeyên zewacê, jinberdanê, jidayikbûnê û mirinê tên derxistin.
Li gor karmendên saziyê dibêjin, ji ber zehmetiya hatin û çûyîn di navbera deverên di bin kontrola hikûmetê û kontrola opozisyonê de, ew xizmetan li wir pêşkêş dikin.
Taxa Selahedîn li başûrê rojavayê Helebê, ku ev saziya nifûsê lê hatiye damezrandin, yek ji taxên herî zû ketibû bin kontrola dijbereyê de. Ev tax dorpêçkirî ye û nişteciyên wê nikarin derbasî deverên di bin kontrola hikûmetê de bibin. Lewma hemwelatî qesda vê saziyê dikin û belgeyên xwe derdixin.
