RojavaNews :serokatiya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê di berdewamiya seredanên xwe ji bo Encumenên xwecihî yên Encumenê, duh seredana xwecihiya bajarê Til Temirê kir û li gel wê xwecihiyê jî civîn pêk anî.
Şanda serokatiya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ji Ibrahîm Biro , Fesle Yûsif, Xelîl Hesam û Ehmed Sîno pêk hat.
Di wê civîna li gel xwecihiya bajarê Til Temirê behsa aktîvkirina xwecihiyên ENKSê û biryarên ku ji kongireyê ENKSê yê siyemîn hatibû derxistin hat gotûbijkirin.
Tê zanîn ku piştî kongirê ENKSê ye siyemîn şandek bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê ENKSê dest bi seredana bajarê rojavayê kurdistanê kir.
Nalîn
