RojavaNews :Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, kurdên êzîdî cihê şanaziya ne, cihê serbilindiya ne, kurdên êzîdî nasnameya netewî ya kurdî parastine, herwiha da zanîn nasnameya netewî û olî ya wan dê li ser erda wan bê parastin.
Nêçîrvan Barzanî tevlî merasîma Semfoniya Şingal û Pêşmerge li bajarê Dihokê kir û di wê merasîmê de gotarek bi boneya yekemîn salvegera karesata Şingalê pêşkêş kir.
Barzanî di gotara xwe ragihand: “Salek b ser karesata Şingalê re derbas bû. Ew karesat dê bimîne birîneke kûr û mezin bo her kurdekî. Silav û rêz bo qehremanê ku li Şingalê şer dikin û li wir şer jî kirine û xebat bo parastina kurdên êzîdî û cihên wan ên pîroz kirine.”
Serokwezîr Barzanî wiha domand: “Silav bo şervanên Rojavayê Kurdistanê ên ku li Çiyayê Şingalê şer kirin bo rizgarkirina birayên xwe yên êzîdî.”
Barzanî ragihand: “Êrişa hovane ya li ser Şingalê jenosîd bû. Şingal û derdora wê dê bên rizgarkirin û hemû xelkên wê dê vegerin ser malên xwe. Herwiha nasnameya wê ya netewî û olî dê were parastin. Bo rizgarkirina keç û jinên kurdên êzîdî me hewlên xwe dane û dê her berdewam jî bin.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Kurdên êzîdî cihê şanaziya me ne, cihê serbilindiya me ne. Kurdên êzîdî nasnameya neteweya kurdî parastine. Ziman û çanda kurdî parastine. Bila êzîdî ji Kurdistanê bar nekin. Dê li ser erdên wan nasnameya xwe ya netewî û olî bê parastin û bo vê yekê dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her alîkariya wan bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Dema koberên Şingalê hatin Dihokê, tevî rewşa wan a nexweş, penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Dihokê alîkarî bo birayên xwe yên êzîdî dan hev û dan wan.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge bi berxwedaneke mezin û bi piştevaniya miletê me, Kurdistan hatiye parastin.”
