Cekdarên PYDê girê Til Lêlonê ji xwere dikin navçeyeke serbabazî

Cekdarên PYDê girê Til Lêlonê ji xwere dikin navçeyeke serbabazî

 

RojavaNews : Cekdarên Partiya Yekîtiya Demuqratîk PYDê daxwaz ji xelkê Dirbêsiyê kirin  ku termê miriyên xwe  ji ser girê Til Lêlonê bibin da ku wî girî ji xwere bikin navçeyeke serbabazî.

Lgorî jêderekî ji  xelkê Dirbêsiyê ku PYDê  di rêya alavên dengî re bang li xelkê navçeyê kirne ku termê miryên xwe bibin û kesên ku terman nebin di ber wê yekê de berpirsyare.

Til lîlûn navçeyek şûnewariye kevne û dîroka wê vedgere bêhtir ji pênc hezar salî pêş zayînê û çendîn car ji  alyê tîmyên navdewletî ve lêgerîn têde hatye krin herweha xelkên navçeyê jî jibo xwe kirne wek cihek jbo veşartina miryên xwe .

Zozan Yusif