Mihemed Ismaîl: siyaseta girtinê û revandina zarokan tenê armanca wê berbipêşkirina rewşê ye

Mihemed Ismaîl: siyaseta girtinê û revandina zarokan tenê armanca wê berbipêşkirina rewşê ye

RojavaNews :Berpirsê Rêveber di Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya PDK-Sê Mihemed Ismaîl got ku siyaseta girtin û revandina zarokan û stendina bacan tenê armanca wê berbipêşkirina rewşê ye û xizmeta doza Kurdî nake û cadeya Kurd êdî qebûl nake ku xebatkarên wê di girtîgehên PYDê de bimînin.

Ismaîl di hevpeyvînekê de ligel programa "ARK" li ser telvizyona Zagrosê diyar kir:"Kesê ku siyasetmedar û xebatkaran digre yekrêziya gotar û helwêsta Kurdî naxwaze."

Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê lêzêde kir û got:"Welatiyên Kurdistana Sûriyê êdî qebûl nakin ku siyasermedarên wan di jêrzemînên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de bimînin, ji ber ku ewê li hemî bajarên Kurdistana Sûriyê û Ewropayê xwepêşandanan lidar bixin ji bo serbestberdana wan û rawestandina kiryarên xerab.

Ismaîl tekez kir ku siyaseta girtina siyasetmedar û zarokên temen biçûk û stendina bacan li Kurdistana Sûriyê armnac jê ew e berbipêşkirina rewşê ye û tevrakirina xelkê ye û dazanîn ku dê ev siyaset encamên karisî bîne holê û doza Kurdî bikeve metirsiyekê de, ku PYDê di ber vê yekê de berpirsyar e.