Îran dixwaze Barzanî wekû serok bimîne

Îran dixwaze Barzanî wekû serok bimîne

RojavaNews :Hate zanîn ku di çend rojên borî de şandên Îranî ligel berpirsên YNK û Goran kombûne, ji wan re diyar kirine ku Îran dixwaze di vê pêvajoyê de Mesûd Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê li ser kursiya xwe bimîne.

Di rojîn borî de çendîn şandên Îranê serdana herêma Kurdistanê kirin û ligel aliyên siyasî kombûn. Yek ji van kesan jî Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayîşa Neteweyî ya Îranê Dr Ehmed Emîrî bû ku ligel Serokê Herêmê, Serokwezîr û aliyên din siyasî civiya û diyar kir ku ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê ji bo Îranê pir giringe.