RojavaNews :Di encama operasiyonên hevpeymanan de heta niha 15 hezar terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Di vê derbarê de Konsulxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê eşkere kir ku ji destpêka êrîşên asmanî yên hêzên hevpeymanan bo ser terorîstên DAIŞê li Îraq û Sûriyayê de heta niha 15 hezar terorîst hatine kuştin.
Di daxuyaniya han de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku bi deh hezaran terorîstên din jî birîndar bûne û hijmareke gelek zêde ji otombîlin terorîstan jî hatine jinav birin
