Rojava News: Şanda HDPê ya ku ji bo lêkolînkirina bûyera gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê hatibû Başûrê Kurdistanê, serdana birîndarên Zergelê kir.
Şanda HDPê ya ku ji bo lêkolînkirina komkujiya gundê Zergelê pêk hatibû, duh gihîşt Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê çû serdana birîndarên gundê Zergelê.
Piştî ku şanda HDPê serdana birîndarên Zergelê kir, li ser navê şandê parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr ji rojnamevanan re got, armanca me ev e ku em vê komkujiyê eşkere bikin da ku ev bûyer bibe asteng li pêşiya komkujiyên nû.
Şanda HDPê dê îro serdana gundê Zergelê yê Qendîlê bikin û çawaniya çêbûna bûyerê lêkolîn bikin û encama wê ji raya giştî re eşkere bikin.
Şanda HDPê ji parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, parlamenterê Sêrtê Qedrî Yildirim, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, alîkarê Serokê Giştî yê HDPê Nazmî Gur û endama rêveberiya HDPê Hatîce Altinişik pêk hatiye.
Balafirên şer ên Tirk şeva 1ê Tebaxa îsal bi hêceta hebûna kampên PKKê, li gundê Zergelê dabûn, di encamê de 9 sivîl 2 gerîla şehîd bibûn û 11 kes jî birîndar bibûn.
Dewlet û artêşa Tirk dibêjin, Zergelê kampa PKKê ye û di wê bûyerê de jî sivîl nehatine kuştin!
