Rojava News: Artêşa Tirkiye ên li ser sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê kiryarên ne mirovanî li dijî gelê herêmê tê bikaranîn.
Welatiyê bi navê Zuhêr Umer yê gundê Qetmê ya navçeya Şera ya Efrînê dema bi armanca tedawiyê dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi destê leşkerên Tirk ve hate girtin û îşkence lê hatiye kirin.
Di encama lêdan û îşkeceyê de lingê û destê Umer ên rast hatin şikandin û di gelek cihan de hate birîndarikirin. Welatiyên li herêmê Umer rakirin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.
Desteya Mafê Mirovan a Efrînê berî niha di derbarê kiryarên Leşkerên Tirkiyê daxuyaniyek dabû û gotibû ku di meha tîrmehê de leşkeran li ser sînorê Efrînê 2 kes qetil kirin, her wiha îşkence li 38 welatiyan kiriye.
