Rojava News: Siyasetmedar û rayedarên rojavayî pesnê Pêşmerge didin û dibêjin, dema navê Pêşmerge tê gotin hêzeke mêrxas tê ber çavên me. Serokê berê yê CIA Davîd Petraeus jî dibêje, êdî jibilî çiya dostên din ên kurdan jî hene!
Şerê Pêşmerge li hember DAIŞê, ku wek bihêztirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê tê nasîn, bûye sedema wê ku nêrîna kesên biyanî û rojavayî li hember kurd û Pêşmerge were guhertin.
Heyamekî Kongreya Amerîkayê navê Pêşmerge xistibû nav lîsteya terorê lê niha endamên wê Kongreyê dibêjin, em Pêşmerge mîna yek ji mêrxastirîn hêzên Rojhilata Navîn dibînin. Em dizanin ew bi awayekî bi bandor şerê DAIŞê dikin.
Hêzên Pêşmerge di şer de çkên pêşketî yên ku ji aliyê welatên biyanî ve hatine dayîn, bikar tînin lê herî zêde behsa bandora rokêta bi navê Mîlan dikin ku ji aliyê Almanya ve hatiye dayîn.
Parlamenterê çep ê almanî Eksel Şêver li ser Pêşmerge dibêje, dema navê Pêşmerge tê guhê min, wêneya hêzeke mêrxas tê ber çavên min ku kariye li dijî hovtirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê şer bike.
