RojavaNews :Li zanîngeheke Enqera paytexta welatê Tirkiyê keçeke Rojavayê Kurdistanê dîploma "Master" di zimanê Tirkî de wergirt.
Dunya Sebrî Kavê ku xelka bajarê Dêrikê ye û li zanîngeha bi navê "Yıldırım Beyazıt Üniversitesi" li Enqera Tirkiyê dixwend.Dunya di sala 2012an de, li zanîngeha Helebê beşê wêjeya Tirkî bidawî anî bû.
Derbarê bidestxistina dîploma "Master" Dunya ji Rojnameya Kurdistan re wiha got:"Ez ji sala 2013an de li Enqera dixwînim, gelekî kêfxweş im bi vê serkeftinê, dixwazim ji ciwan û xwendevanên Kurd re bibêjim ku eger armanceke wan hebe, bila ji bo wê armancê şerê her tiştekî bikin. Ezê hewil bidim ku dîploma Dektora jî bidest bixim, ez dîploma xwe diyarî xwe û hemû gelê Kurd dikim."
Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn li Zanîngeha Silêmaniyê dîploma Masterê bi dest anî.
Mihemed Şêrîn li Zanîngeha Silmaniyê ev 3 sal in, ku lê dixwend û bawernameya xwe ya bi navê "Aboriya Îslamî" bi pileyeke pir baş sitend.
Mihemed Şêrîn beşa şerîetê li Zanîngeha Selahedînê ya bajarê Hewlêrê bidawî anîbû û pişt re bo Masterê li Zanîngeha Silêmaniyê hatibû wergirtin.
Şêrîn ji rojnameya Kurdistan re wiha got:" Bi rastî ez pirr kêfxweş im ku îro roj wek Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ev bawernameya pîroz bidestxist, hêvîdar im ku hemû Kurdên me berê xwe bidin xwendina bilind ji ber ku xwend tiştekî buha û pîroz e, xwendin ew e ku welatan birêve dibe û kesên xwendevan jî welatan ava dikin."
Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn xelkê bajarê Qamişlo ye û ev nêzîkî 11 salan e, ku li Başûrê Kurdistanê dijî. Û ew bi xwe endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S ye.
Bînahî Mihemed Emîn ku xuşka Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn e, wê jî dîploma Master li zanîngeha Selahedînê wergirt.
Bînahî ku li bajarê Dihokê endezyariya bendav û serçavkaniyên avê xwendibû û pişt re Master li bajarê Hewlêrê sitend.
Hewlêr-Zêwa Remezan
