Rojava News: Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya ENKSê de mijara sereke ya gotûbêjan gefên li ser kurd, paşeroja kurdan û hêza leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Kudistanê Mesûd Barzanî îro bi ENKSê re civiya û pêşhatên herî dawî yên siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û gefên li ser kurd di paşerojê de nirxand.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarokê Selahedîn a girêdayî Hewlêrê pêşwazî li şandeke Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi serokatiya Îbrahîm Biro kir.
Li gor vê daxuyaniyê, şandeya ENKSê sipasiya helwestên neteweyî yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember doza kurd li Sûriyeyê kir û herwiha rêz li girîngîdana Barzanî bi paşxistina doza kurd, yekxistina gotara kurd û alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê li hember gefên çekdarên DAIŞê girt.
Daxuyaniyê herwiha da xuyakirin, di vê civînê de Barzanî û şandeya ENKSê behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê kirin û gotûbêj li ser rewşa jiyan û derbara welatiyên wê perçeyê Kuridstanê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di civîna navbera Barzanî û ENKSê de gef û metirsiyên li ser gelê kurd di paşerojê de jî hat gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a vê civînê de her du aliyan tekezî li ser parastina nirxên niştîmanî û Neteweyî û yekrêzî û tifaqa navbera aliyên siyasî yên kurdî hat kirin.
