Gotinên Barzanî li ser Şingalê ereb û peyayên Malikî hêrs kir!

Gotinên Barzanî li ser Şingalê ereb û peyayên Malikî hêrs kir!

Rojava News: Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li Parlamentoya Iraqê ku ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ve tê birêvebirin, li dijî gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser Şingalê nerazîbûn nîşan da.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 3ê Tebaxa îsal û bi helkefta yekemîn salvegera jenosîda Şingalê, beşdarî merasima bibîranîna qurbaniyên jenosîda Şingalê bibû.

 

Barzanî di wê merasimê de gotarek pêşkêş kiribû û gotibû, me Şingal xist ser Herêma Kurdistanê û êdî em Şingalê teslîmî ti kesî nakin.

 

Ew gotinên Barzanî rastî nerazîbûna rayedar û parlamenterên nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê û alîkarê niha yê Serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî hat.

 

Parlamenterê Iraqê û yek ji rayedarên Dewleta Qanûnê bi navê Mihemed Seyhûd li ser gotinên Barzanî gotiye, devera Şingalê girêdayî hikûmeta navendî ye çimkî ew der beşek ji “herêmên kêşedar” e û ti kes nikare wê deverê bixe ser Herêma Kurdistanê.