Îran dixwaze pêwendiyê xwe bi Kurdistanê re baştir bike

Îran dixwaze pêwendiyê xwe bi Kurdistanê re baştir bike

RojavaNews :Balyozê Îranê li iraqê Hesen Danayî Fer got “ku herêma Kurdistanê kariye bi awayekî gelek baş rû bi rû  êrîş û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bibe û bi awayekî gelek baş pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bike, û xizmeta wan bike.”

Hesen Danayî Fer piştgiriya berdewama welatê xwe bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku “ Helwêsta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan û rûbirûbûna terorê bilind dinirxînin.  Balyozê Îranê   tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina  têkeliyên Îran û herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî,  sipasiya serdana şandeya Îranê bo herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember xurtkirina têkeliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê diyar kir  û herweha tekez bi wê yekê kir ku, “têkeliyên Kurdistan û Îranê têkeliyên dîrokî ne û Komara Îslamiya Îranê di demên dijwar de herdem alîkarî û piştevaniya gelê Kurd kiriye.”

Rewşa deverê û Îraqê û têkeliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê mijarek din a civînê bû.

Di mijareke din ya hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çawaniya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê hat guftûgo kirin.