RojavaNews :Ezmûnên kolêjên bajarê Hesekê roja çarşemê careke din berdewam kirin piştî ku ji sedema rewşa Hesekê ya aloza hatibû rawestandin.
Xwendekarek ji bajarê Hesekê wiha ji "Rojava News" re got: "Li her du kolêjên endezyariya şaristanî û Aborî ku dikevin başûrê bajêr de û tevê ziyanên madî yên ku ezmûn hatin pêşkêşkirin."
Xwendekareke din amaje bi wê yekê kir ku ew ji neçarî ezmûnan pêşkêş dikin û heta niha rêjeya beşdarbûnê 50%, û rêjeyeke pirr mezin ya wêrankirinê heye.
Di 25ê meha Hezêranê de çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Hesekê kir û di encam de destê xwe danî li ser hin taxên başûrê bajar.
